Hevbendî Armanckirina Dibîstaneka Seretayî Li Humsê Şermezar Dike
Daxuyaniyek Rojnamevanî Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimaniya hêzên şoreşê û rikaberiya Sûrî 1-10-2014 Pêşî bi navê Hevbendiya Niştimanî, teqîna îro ya li nêzîk qotabxaneya "Ekîrema Elmexzûmî" li bajarê Humisê qewimî şermezar dikim, û herwiha bi navê endamên hevbendiyê sersaxiya malbatên şehîdan dikim û saxiyê ji birîndaran re dixwazim, ku li gor agahiyên hin çalakvanên bajêr hejmara qurbaniyên vê teqînê gihiştiye 18 şehîdan û bidehan birîndar hene piraniya wan xwendevanên dibîstanê ne. Herwiha hevbendî tekez dike ku hîç terorek ji kuştina dil û mêlaka milet tirsanktir nîne, û hîç tawankariyek mezintir nîne dema du rê tenê hebin riya sebr û hedariya li ser stemkariyê yan rêya xenqandina di nav golên xwînê de, herwiha hevbendî bi tundî dibêje ku ev kiryarek terorîstî ye, û tê di çarçoveya zincêreka bi hev girêdayî ji tawanên dijî Sûriyan di tevahiya Sûriya de, û ev tawan dikevin di xizmet rêjîma Esed de, û pencemuhra rêxistinên terorist yên dijî armancên şoreşê li ser diyar e,