Daxwiyanî

Hevbendî Armanckirina Sivîlan Li Babê Şermezar Dike

Daxuyaniyek Rojnamevanî Xalid Elsalih Serokê Nivîsîngeha ragihandina Hevbendiya Niştimaniya Sûriyê 19 Êlûna2014 Li beyaniya îro, firokên Esed hejmarek sivîlên kombûyî li ber deriyê nanpêjgeheka li şeqama Elxerab li bajarê Babê ya dikeve li rojhilatê bakurê parêzgeha Helebê armanc kir, ku di cih de 22 kesên sivîl şehîd ketin, di nav wan de hin jin û hin zarok hebûn, herwiha tê çaverêkirin ku hejmara qurbaniyan bilindtir bibe, ji ber ku heta niha gelek kes dibin kavilan de mane, û hebûna  hejmareka mezin ji birîndaran, li gor nexweşxaneyên meydanî yên Babê. Hevbendiya Niştimanî, berdewamiya êrîşên rêjîma Esed li ser navçe û bajarên Sûriya û armanckirina Sivîlan şermezar dike, ku rêjîma Esed bi rêka tawanên xwe û bi belavkirina tirsê di nav welatiyan de, hewl dide dapoşînê li ser bêhêvîbûn û şikestina xwe û çekdarên alîgirên xwe bike, bi hewlên bêsûde bersiva serkeftinên şoreşgeran li ser çendîn eniyan dide. Em daxwaza pirçekirina artêşa Azad dikin, nemaze piştî pesendkirina kongirêsê Amerîka li ser biryara pêşkêşkirina piştevaniyê bo rikberiya miyanrê, herwiha daxwza berferhkirina vê biryarê dikin da ku dana çekên coreyî jî bi xwe ve bigire, da artêşa Sûriya azad welatiyên sivîl biparêze û bi dijberiya rêjîma Esed û rêxistina DAIŞê rabe.

Piştî Pêşveçûna Rêxistina Dewleta Islamê Li Gundewarê Helebê Em Hişyariya Rûdana Komkujiyan Didin

Agahnameyeke Rojnamevanî Xalid Elsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûriyê 18.09.2014 Dewleta Islamî li Herêma Kaniya Ereban “Kobanî” dest daniye ser 21 Gundan  ji derdora Helebê ji rexê bakur-Rojhilat ve, doh Çarşembê di êrîşê de û piştî bikaranîna Tang û Topên giran ew Gund dagîr kirin , di encamê de çend Sivîl li Herêmê şehîd ketin û koçberiyeke giştî çê bû, û tirs heye ko Daiş Kuştaran çê bike, eger bêtir bi pêş ve biçin. Ev li gora axaftinên çalakvanên ko Hevbendî agahdar kirin. Em wek Hevbendiya Niştimanî hişyariyê didin ji metirsiya çêbûna kuştaran di dermafê sivîlan de û em dozê li Civaka Navnetewî dikin ko bi erkên xwe ji bo parastina Sivîlan rabin, berî ko çax bibuhûre, herweha em dozê dikin ku dan û stadina wan bi rewşa sûriyê re mîna dan û standina wan bi rewşa Îraqê re be. Û em bixurtî tekeziyê li ser giringiya zû-biçekirina  Artêşa Azad dikin, bi taybetî piştî pesendkirina Kongirisê Emerîkî derbarî piştgiriya rikberiya Sûriyê ya netundrew, û biryarê berfiretir bikin da çekên corane bidin da karibin li beraberî Rêkxistinên tirorist birawestin.  

Encumena Niştimanî ya Kurd Bang Li Gelê Kobanê dike ji bo yekirina Rêzan û Xweragirtina Di Rûbirûbûna Dagîrkeran de

Di bangekê de Encumena Niştimanî ya Kurd ji cemawerên milletê me yê Kurd hevgirtina rêzan, xwergirtina di rûbirûbûna  dagîrkeran,  û hêzên ku gelek ji gundên Kurdan dagîr kirine xwest. Hêzên ku dest bi dijwarkirina dorpêçkirina  henasçikên li ser bajêr û derdorên wî kirine, ku ev yek bû sedema  koçkirina xelkên deverê ên bêçek û hêmin ji gundên xwe ber bi sînorên Tirkî de li Bakur. Encumen nav di hemû hêzên  qencî  û aştiyê ên dijî tirorê, herweha deste û rêxistinên navdewletî û mirovahî li deverê û cîhanê de da, ta vê destdirêjayî û zordariyê rawestînin û têk bibein, herweha nav di birayên perçeyên Kurdistanê yên din de da bo bizava  parastin û yarmetiya birayên xwe ji zordariya tiroristan û kuştarên tawankaran li Kobana xweragirtî bikin.

Hevbendî Bombebarana Hovane Li Ser Telbîsê Protesto Dike

Agahnanameyeke Rojnamevanî Xalid Elsalih Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûriyê 17.09.2014 Hevbendiya Niştimanî, êrîşên asmanî yên peyhev bi Mûşek û Bermîlên teqîner ji Firokên  Rêjîmê li ser taxên Niştecihan li bajarê Telbîsê, yên ji Duşemba çûyî de berdewamin şermezar kir, di encama wan êrîşan de 40 şehîd ketine û serperiştê leşkerî Mihemed Eldihêk û çalakvanê ragihandinî Ebdulah Hemad di nav wan de ne, ji bilî bidehên Birîndaran, û hêj gelek ji wan di bin komên wêraniyê de mane , ji encama   herifandina Mal û Mizgeft û Dibistanan. li gor agahiyên çalakvanan. Ev karê newêrekane yê ko Sivîlan bi tewşî û jikoranî ve amanc dike û tirsê di nav wan de çê dike, yek e ji nav gelek kar û tawankariyên weke wan ko li piraniya bajarên Sûriyê dibin , Rêjîm evan kuştarana hemûyan dike da têkçûn û bêzariya xwe û ya çeteyên bi xwe re binixumîne, û dixwaze sûdê ji mijûlbûna navnetewî bi şerê tiroristiya Rêkxistina Dewleta Islamî wergire . Ev kuştar nîşanên tawankariya rijêmê ne,divê ev kuştar hêzê bidin helwîsta civaka navnetewî da gelê sûriyê ji bin vê stemê derxîne, û têkbirina serê Rêjîmê bikin pêşdetirîn kar ji bo tunekirina tiroristiyê li Herêmê, û piştgiriya Şoreşa...

Hevbendî Tawanên Kuştina Sivîlan Li Gundewarê Hesekê Şermezar Dike

Ragihandinek Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Ya Sûriyê 15ê Êlûnê 2014 Milîsên " Yekîneyên Parastina Gel "  baskê  serbazî ji Partiya Yekîtiya Demoqrat (PYD)re ,doh yekşemê  kuştarek dermafê sivîlan pêk anî , li gundên Til Xelîl û Haciyê û Şermox li gundewarê parêzgeha Hesekê , di encamê de 55 kes şehîd bûn  di nav wan de 13 zarok û pênc jin jî hebûn , ku malbatek bi tevahî hat tunekirin piştî xaniyê wan bi guleyên arbêjê hat armanckirin, li gor Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan. Hevbendiya niştimanî sûrî kuştarên milîsên YPG dermafê jin û zarokên sivîl û bêçekan de şermezar dike, û Hevbendî tekez dike ku ev kirdeyên nemirovane hiştiye YPG têkeve rêza şaxên ku pabendiyê bi pransîbên şoreşê nakin, û bi kiryarên xwe dikeve bercewendiya rêjîmê de. Hevbendî hişyariyê dide PYD li ser zêdegaviyên wê,yên  ku herûher dubare dibin, dermafê sivîlan li parêzgeha Hesekê û gundewarên wê. Û tekez dike ku ev kar dikevin xizmeta pîlanên rijêmê de, yên ku dixwazin tevlîheviyê geş bikin û şerekî navxweyî  di nav pêkhatên civaka Sûrî de encam bidin, û berdewamiya van şêweyên  karan, handanê dide geşbûna tundrewiya milîperest û regezperest li herêmê.    Dilovaniya Xweda Ji Şehîdan Re Saxbûb Bo Birîndaran Azadî Ji Girtiyan...

Pêdiviya Bizavên Rasterast û Li Jêr Benda 7an Li Dijî Rêjêma Esed Bên Kirin

Daxuyaniyeka Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî, li bîra Encûmena Ewlekariya nadewletî tîne, ku biryara 2118 ya hatî têperandin li 27 êlûna 2013an, serbarê çekên kêmayî yên rêjîma Esed; ku di têkesta wê biryarê de, bi zelalî hatiye, ku wê rêşûnên zêdetir bên sepandin li gor benda 7an ya Cardana Netewên Yekgirtî di dema ku dubare çekên kêmyayî di Sûriya de bên bikaranîn. Herwiha li gor zanyariyên tora Sûrî ya mafê mirovan belgekirî ku bêhtir ji 30 pêşêlkariyan ji aliyê rêjîma Esed hatine encamdan ji dema têperandina biryara navborî û heta niha û herwiha piştî ku duhî nivîsîngeha nojdarî li Taxa "Cober" li rojhilatê Şamê, piştrast kir ku hêzên Esed, taxa navborî bi gazên jehrîkirî armanc kir ku ji encamê bêhtir ji 15 kesan tûşî jan û birhên gazên kêmyayî bûn, dibe ku gaza Kolorîn bikar hat be, ku ev çende hevşan bû ligel gotinê hin şahdhalan yên tekezkirîn ku tirsek ket li nav welatiyan û gelek ji wan ji taxa Cober revîn ber bi dorûberan. Lewra Hevbendî û li gor van zanyariyên berdest, daxwazê ji Encûmena asayîşa navdewletî dike bi sepandina rêşûnên tund û bilez û li jêr benda 7an ya soznameya Netewên yekgirtî li ser rêjîma Esed, da bi şêweyekî vebir...

Hevbendî Serketinên Artêşa Azad li Qunêtira û Deraa bilind dinirxîne

Agahnameyeke Rojnamrvanî Xalid Elsalih Serokê Hevbediya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikberiya Sûrî 14.09.2014 Alayên Artêşa Sûrî ya Azad şerên tund li dijî Hêzên Elesed li parêzgeha Elqunêtira dike,Şerê dawiyê “Felmuxîratî Subha” yê ko Şoreşgeran ev nav lê kir ji bo berdewamiya Şerê “Elwe´id Elsadiq” Yê ko bi wî gelek cihên Stratîcî buhûrandine, û wisa dibe ku 75% ji Gund û Bajarokên Parêzgeha Qunêtira bidest xistine, lê hêj Hêza Elesed di bajarê “Elşuheda” û ”Xan Ernebê” de ne.  û pêşveçûna Şoreşgeran li Qunêtira berdewam e ber bi Gundên Bakurê Rojava yê Deraa ve, bi hevkariya Alayên Artêşa Azad yên li wir bi amanca ko dorpêçê ji ser Xûta Rojava rakin û wê di rêya Qunêtira re bi Deraa ve girê bidin. Hevbendiya Niştimanî Sûrî qehremaniya Şoreşgeran û serkeftinên wan li Parêsgeha Qunêtira û Deraa bilind nirxand, û got ku emê digel wan bin heta em buhusta dawî ji Xaka Sûriyê rizgar bikin, û em tekez dikin ko Artêşa Sûrî ya Azad tenê ew dikare Sûriyê ji nav lepên Rêjîmê û Rêkxistina Dewleta Islamî rizgar bike, û em ji Civaka Navnetewî daxwaz dikin ko bêtir piştgiriya Şoreşgeran bike da bikaribin amancên miletê Sûrî di azadî û dad û rûmetê de misoger...

Hevbendî Hişyariyê Dide ji bikarênana Rêjîmê ji Biryara 2179 re û Bombebarana deverên Sivîl Bike

Agahdariyeke Rojnamevanî Xalid Elsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinê ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî 12.09.2014 Rêjîma Esed dest bi êrîşên xwe yên asmanî li ser Herêmên ko di bin destê dewleta Islamî de kir, li Herêma Gundewarên Bakurî Helebê û Dêra Zorê û Reqayê, ew kar di heman çaxê de hat ko Encûmena Ewlekariya Navnetewî bi tevayî projeyê biryara 2170 pesend kir, ya ko hemû riyên piştgiriya bi kesan û pereyan li ber Rêkxistina dewleta Islamî û Aniya Elnesre û hin rêkxistinên ko bi Elqaide ve girêdayî ne dibire, çimkî di biryarê de hatiye ko Encûmena Asayişê li gora benda heftan ya Netewên Yekbûyî tevdigere. Rêjîm bizava pirkirina êrîşên asîmanî dike, da ji civaka Navnetewî re bide xuya kirin ko ew parek ji çareseriyê ye û ne bingeha arîşeyê ye, û dide xuya kirin ko ew şerê tiroristiyê dike, piştî ko Rêjîmê gelek Herêm di bin destê Dewleta Islamî de bi mehan hiştin, bê ko tu êrîşan bide ser wan, lê Rêjîmê di heftiyekê de bêtir ji sed êrîşên asmanî birin ser cihên Sivîlan, ku ya dawî “Sûka Pez” bû li Hrêma Gundewarên Bakurî Helebê û “Taxa El´erdî” li Dêra Zorê û “Nanpêjgeha Alî” li bajarê Reqayê ku Herêmên nişteciyên sivîl in, di...

Hevbendî bombebarandina bajarê Dûma ji hêla Hezên Esed ve protesto dike

Ragihandineke Rojnamevanî Nesir Elherîrî Emîndarê Giştî Yê Hevbendiya Niştimanî Sûrî Ya Hêzên Şoreş  û Rikberiyê 12.09.2014 Bjarê Dûma li Xûta Şamê ya Rojhilat ev çar roj ketiye ber bombebarandineke berdewam ji hêla Firokên Cengî yên Rêjîmê û Topên wî yên giran, û heta nuha bêtir ji 70 Şehîdî û 250 Birîndarî ketine, û hêj bi dehan Sivîl di bin wêraniyê de mane, Xelkên deverê û endamên Bervedêriya Sivîl, hewl didin ko Qurbaniyan ji bin deverîn wêranbûyî  rizgar bikin, lê ji ber tunebûna alavan gelek aloziyan dibînin. Em di Hevbendiya Niştimanî Sûrî de vê kiryara ji hêla Rêjîma Esed ko sivîlan bombebaran dike protesto dikin, herweha em dozê li Civaka Navnetewî dikin ko bi berpirsiyariyên xwe rabin û bi lez bilivin da operasiyonên Rêjîmê li ser Bêgunehan rawestînin û kar bikin ji bo Sivîlên hatine dorpêçkirin rizgar bikin, û operasiyonên rêbazkirî di wêraniya malan de ya ko Rêjîm bi hemû çekan û ji wan jî mûşekên valahî bikar tîne birawestînin.  

Hevbendî Sersaxiya Şehîdûna Çend Serperiştên Tevgera Ehrar Elşam Dike

 Agahnameyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Sûrî 10.09.2014 Hevbendiya Niştimanî Sûrî sersaxiya malbatên Şehîdên doh êvarî sêşemê bi sedema turumbêleke teqîner ko civîna Serperiştên tevgera Ehrar Elşam li Bakurê Idlibê amanc kir û di encamê de gelek şehîd ketin ji nav wan, Damezrêner û Serperiştê tevgerê “Hesan Ebûd” yê bi naznavê “Ebû Ebdulah Elhemewî”, û çend ji serperiştên din wek “Ebû Yezin Elşamî” û “Ebû Telhet Elxab” û “Ebû Ebdulmelek” û ”Ebû Eymen Elhemewî” û ”Ebû Eymen Ram Hemdan” û ”Ebû Sariya Elşamî” û ”Muhib Eldîn Elşamî” û ”Ebû Yûsif Biniş” û  “Telal Elehmed Temam ” û  “Ebû Elzibêr Elhemewî ” û “Ebû Hemza Elreqa” û çend Endamê tevgerê û şervan hatin kuştin. Ebû Ebdulah Elhemewî tev li serperiştên tevgerê bervedêriya sivîlan kiriye û ew ji zordariya Rêjîma parastine, û gelek bizavên wî di şoreşê de hebûn û di karê çekdarî de li gelek cihên corbicor li Sûriyê û hem jî bervedêriya mafê miletê Sûrî yê dozdarê azadî û rûmetê kiriye. Hevbendiya Niştimanî Sûrî evê tawankariya mezin protesto dike û ji bo miletê Sûriyê tekez dike ko wê di tekoşînê de berdewam be, wê destê sizakirinê bigihê hemû Tawankaran yên ko destê wan di rijandina xwîna sûriyan de heye, û tekez kir...

Page 134 of 137 1 133 134 135 137

Nûçeyên Dawî