Daxwiyanî

Daiş Li Dêrazorê Deverên Berfireh Ji Dest Dide

Daxuyaniyek Rojnamevanî Hevbendiya Nîştimaniya Sûrî Hevbendiya Nîştimaniya Sûrî, Şoreşgerên hozên Dêrazorê silav dike, û li pêş serkefinên ku pêkanîne ji bo rizgariya welat xwe ditewîne, û bibîr tînin ku ew li seranserî dîrokê  di serhildanên dijî zordariyê de destpêşxer bûn, û Hevbendî  tekez dike, ku her serkeftineke Sûrî bi dest tînin, bo serbilindî û rûmet û azadiya Sûriya ye. Ew Şoreşgerên diruşma " Mirin lê Neserşorî" bilind kirin, di rûyê rêjîmekê de rawestan ku dirindetirîn rêjîma serdema nûye, wê bêdeng nemînin li hember tawanên rêxistina "Daiş" yên rojane derheqê gelê Sûriya de dike, û vê hişt Hozên gundewarê DêraZorê raperin dijî setemkariyê û di rizgarkirina gundên di navbera Elbokemal û Elmeyadîn serbikevin, her wekî ku ji berî du salan ew dever rizgarkiribûn ji rêjîma Esed. Dilovaniya xwedê  ji pakrewanan re saxlemî ji birîndaran re azadî ji girtiyan re . azadî û serfirazî ji gelê sûrî re.. Herbijî Sûrya. 

Rêkxistina Dewleta Islamî Tawankariya Xwe Di Yekem Roja Cejnê De Berdwam Dike

 Agahdariyeke Rojnamevanî Hadî Albebhre Serokê Hevbendiya Niştimanî 29.07.2014 Em wek Hevbendiya Niştimanî Sûrî, kuştara “Dewleta Islamî” ko li gor belgenameyan 41Şehîd ji Leşkerên Artêşa Sûrî ya Azad bûne qurbanî bi tundî şermezar dikin, goman heye ko di yekem roja Cejna Remezana pîroz de,bi serjêkirinê hatine kuştin. Em sûr in ko Artêşa Azad bi tundî li ser parastina Sivîlan biraweste û bervedêriya wan jî bike û bê sistî di rûyê evê Rêkxistina tirorist de derkeve, li gorî ko em dibînin alayên Artêşa Azad Hêza  herî rêkxistî ye û bi pirinsîpên Şoreşê pabend e û ew tenê dikare ziyana Dewleta Islamî bi paş ve vegerîne û rê li ber bigire da li ser xaka Sûriyê planên xwe bicih neke. Dubare em dibêjin piştgiriya Artêşa Azad ew çareseriya tekane ye û tektirîn gerantî ye ji bo girtina rê li ber vegirtina Rêkxistina Daişê û jihevxistina wê, em tekez dikin ko emê peydeçûna hemû serkirde û berpirsên di Rêjîma Alesed û Dewleta Islamî de bikin, li ser evan kirde û tawankariyan û wan siza bikin di riya dadgeheke dadmend re.

Hevbendî teqîna tawankarî li Navenda Bazara Atma protesto dike

 Agahdariyeke Rojnamevanî Xalid Alsalih Serokê Nivîsgeha Ragihandinî ya Hevbendiya Niştimanî Sûrî 26.07.2014 Hevbendiya Niştimaniya Sûrî teqîna tawankarî ya ko li Bazarareke Atma ya nêzîkî sînorê Tirkiyê roja Şemiyê çê bû, û di encamê de 40 sivîl Şehîd ketin,li gor gotina çalakvanan di nav wan de Jin û Zarok û bi dehan birêndar jî hebûn, protesto dike. Hevbendî tekez dike ko ev karê hîzane, karekî tiroristî ye û yek ji zincîreke tawankariyên mîna wê ne ko li Atma û gelek Bajarên din ji Sûriyê çêbûne,  ew tawankarî dikevin raje û bercewendiya Rêjîmê, û pencemohra Rêkxistinên li dijî amanc û hêviyên Sûriyan û  mafên wan di azadî û dadmendî  û rûmetê de li werdigire.  

Hevbendî daxwaz dike, Çekên giran bidine Artêşa Azad ji bo parastina Gelê Sûrî

Agahadariyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî Sûrî 20.07.2014  Rêjîma Alesed êrîşên firokî her şev dide ser miletê sivîl yên ko di malên xwe de neû Rêkxistina “Dewleta Islamî” Kiristiyanan bi kotekî ji Hermênên wan koçber dikin û Jinan kevirbaran dikin heta mirinê bi sexte û bêsûcî û di navbera van û wan de miletê Sûriyê qurbaniya hovîtiya her du aliyan e bê tu alîkariya rastîn pê re bibe ko bikaribe tirazûya cengê li ser xakê biguherîne. Hevbendiya Niştimanî dubare ji Dewletên hevalên Gelê Sûrî daxwaz dike ko sozên xwe bicih bînin û çekên giran ji bo Artêşa Azad bişînin da bikaribe bervedêriya Milet bike û stemê ji ser Gelê Sûrî hilîne û bigihêje azadî û rûmet û dîmuqratiyetê. Xwedê pakrewanan bi dilovaniya xwe şad bike Birîndar jî çareser û derman bibin Bijî Sûriyê û bijî Milet wê azad û xweşewîst  

Page 135 of 135 1 134 135

Nûçeyên Dawî