Daxwiyanî

Katidraya Aşûrî Tûşî Diziyê Dibe Li Navçeyên Li Jêr Desthilata Rêjîmê

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Salim Elmislit Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş û Rikeberiya Sûriyê 21 Rêbendan 2015 Rewangeha Aşûrî ya mafê Mirovan ragihand ku duhî roja duşemê Dêra Aşûrî li parêzgeha Hesekê ji aliyê girûpekê ji rûpêçayiyan rastî êrîş û dizî û talankirinê hat, tê zanîn ku berî wê êrîşê bi rojekê ziyan lê bibûn ji encama teqîna narincok û mûşekan di şer û pevçûnên li derdorê rûdabûn. Hêjayî gotinê ye ku ev katidrayî bi Navenda Ebreşiya Sûriyê ya Dêra Rojhilat ya Aşûriyan tête zanîn, û ew dikeve di navçeyekê de ku di destê hin tabûrên alîgirên rêjîmê yên bi navê "Tabûrên Elbe'is" de ye. Em di Hevbendiya Niştimanî de vê tawanê şermezar dikin, û herwiha her armanckirinekê ji cihên piroz re bi karê teroristî liqelem didin, û em berpirsyaretiyên Civaka Navdewletî li bîra wê tênin li hember van tawanên ku binpêkirin in ji rêkeftina Jinêv re, ya girêdayî bi parastina mafên mirovan di cengan de, û balê dikişînin li ser pêwîstiya ku li van armanckirinan bê temaşe kirin li ser bingeha pilangeriyên rêjîmê yên têne bikaranîn her ji destpêka şoreşê û heta niha di sercem navçeyên welat de, ku bimebest dibîstan û Dêr û Mizgeft û Nexweşxane û...

Hevbendî Bi Erênî Pêşwaziya Vexwenda Ewropî Ya Çêkirina Hevpeymaniyekê Dijî Tirorê Dike

Daxuyaniyek Rojnamegerî Salim Elmislit Berdevkê fermî bi navê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûrî 20 Çileyê Paşîn 2015an Hevbendiya Niştimanî bi erênî pêşwaziya vexwenda ku Yekîtiya Ewropî kiribû bo çêkirina hevpeymaniyekê  ji bo rûbirûkirina tirorê ku dewletin Erebî û Islamî di nav de hebin. Bûyerên çar salên bûrî tekez kirin ku metirsîntirîn rêxistinên tirorist di bin çavdêrî û hevrêziya rejîmin tirorê himbêz dikin û rêvebiriya wê dikin şîn hatin, û wan mîna mertalekî bo pêkanînan armancin siyasî bikar tînin, di serê wan de rejîma Esed ku toreyin tirorê çêkirin û birêve birin, destê wan berda bo xizmeta wî bikin, û herweha rûbirûkirina her kesên ku di riwê wê de rawestin ta xurt bû û belav bû. Çi paşguhkirin ji rola Esed re di xwedîkirin û belavkirina tirorê de wê bi encamdanin karesatî be, ne tenê li ser milletê Sûrî, lêbelê li ser deverê û cihanê bi tevayî be. Dosya vê rejîmê di çêkirin û avakirina kewar û rêxistinên tirorist bi hemû awayî di riya toreyin mafnasî û cîhanî de belgekirî ne, û li pêş dadgehên navdewletî hetikî ne. Çesipandina Dadweriyê li ser asta cîhanê, karê bo piştgiriya milletên doza maf û azadiyên sereke dikin, û çareseriya nakokiyên ku...

Firokên Esed Kuştarekê Li Gundewarê Hesekê Pêk Tînin

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Xalid Xoce Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûriyê 20.Çileyê Paşî.2015 Nûçeyên derbarî kuştara firokên Rêjîma Esed li Gundê Elxensa li Gundewarê Hesekê zor tirsnak in, qebareya ziyanan bi gelekî ji texmînan mezintir e. Êdî Sivîl di navbera du agiran de ne, yê Rêjîmê û yê rêxistinên tirorist. Nerabûna civaka navdewletî li himber evê bobelatê û ne pêşkêşkirina alîkariyên bijîşkî û rizgarnekina birîndaran, hetaheta wê şermezariyeke mezin li ser rûyê wan kesên cihê biryarê ne bimîne. Tawankariya ko îro Rêjîmê di dermafê Sivîlan de kiriye, ew jî berdewamî ye ji tawankariyên rêjîmê re yên ko li seranserî cografiya Sûriyê kirine, bi behaneyine ne di cih de, ko ew Komik û Rêkxistinên Tirorist amanc dike, ew ên rêjîmê ew xwedî kirine,  ew sûdê ji bêdengiya civaka navdewletî dibîne, Civaka Navdewletî jî dibîne ko metirsiya mezin Rêkxistinên tirorist in û jêderê tiroristiyê anko rêjîma Esed piştguh dikin. Em di Hevbendiya Niştimanî de amanckirina Sivîlan protesto dikin û ji Civaka Navdewletî pêşbîn dikin helwesteke nû û bi bandor bistîne,  û wê bêdengiya dûrdirêj bişikîne û nema çavên xwe ji tawankariyên Rêjîma Esed bigirie. û Herêmên Hêmin û aram ji bo sivîlan li Başûr û Bakurê Sûriyê pêk bînin, da...

Tiroristiya Dijî Azadiya Derbirînê Ji Kirdeyên Esed in

Daxuyaniyeke Rojnamevanî Salim Elmislit Berdevkê fermî yê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Hevrikiya Sûriyê 19.Çileyê Paşî.2015 Tu kes nikare rastiyekê veşêre ko dirûşma xuyanî di Şoreşa Sûriyê de dirûşma azadiyê ye, ji ber evê yekê jî em di Hevbendiyê de ji erkê xwe dibînin berevaniyê di ber evî nirxî de bikin, yê ko Xelkên Sûriyê buha û arzanên xwe dan da azadiya ko Rêjîma Esed ew jê bêpar kiribûn bidest bixînin. Babeta ko gerek li ser biaxivim ew e ko kesekî bi ser Cebhet Elnesre ve roja Şembeya buhûrî destdirêjî li ser Nivîsgeh û Dezgehên ragihandinê yên Şoreşgerî kiribû, bi behaneyên ne di cihê xwe de xuya ne, hin kes hene hewl didin ko hestên xelkê delîve bikin ji bo çi dengê ko ne di refê wan de bigirin, ji ber evê yekê jî li dijî hin Rojnameyên Şoreşgerî rabûn û ew şewitandin û belavkirina wan kirin sûcdarî, û destdirêjî li ser nivîsgeh û karmendan wek awayê Rêjîmê kirin. Em di Hevbendiya Niştimanî de bi Dezgehên Şoreşgerî bawer in û ew bi sincên Şoreşgerî pabend in. Em sûr in li ser azadiya wan û mafê çap û belavkirinê , eger bi pîvanên Rojnamevaniyê pabend bin. Herweha di Hevbendiyê de...

Di Derbarê Melbenda Mosko De

Daxuyaniyek Rojnamegerî Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî 18ê rêbendan 2015 Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî, bi çavê rêzgirtinê li têgihiştina hikûmeta Rûsî dinerin ku tu çare ji rewşa Sûrî re bo bidawîkirina karesata mirovahî û tawanên ku derheqê milletê me de pêk tên tune ye ger ne çareyek siyasî û giştî ji kokê de be. Operasyona diyaloka Sûrî – Sûrî di navbera aliyên hevrikiyê de ji berî demekê de û berya ku Rûsya nêt bike melbenda Mosko lidar bixe destpê kiriye, hinek ji van hevdîtinan li dewletên mîna Tirkî, Misir, û hin ji dewletên Ewropî lidar ketin, û hîn bi alîkarî û xwesteka hevrikiyê bi xwe berdewam in. û ji ber ku armanca Rûsya ji melbenda Mosko handana diyaloka Sûrî – Sûrî di navbera aliyên Hevrikiyê de ye, vê diyalokê destpê kiriye beşek mezin jê derbas kiriye, û ev yek Ii Rûsya û dewletên cîhanê yên dî dixwaze ku piştgiriya hewldanên hevrikiyê di vî warî de bikin ta ku biser bikeve. Em di Hevbendiyê de dizanin ku pirsyariyek yasayî derbarê tiştê ku li Sûrî çêdibe li ser milê Mosko ye, û roleke wê giring û sereke bo gihiştina çareyek siyasî li gor daxuyaniya Cinêvê...

Gotara Dr. Xalid Xoca bo gelê Sûriyê

  Xalid Xoca Serokê Hevbendiya Niştimanî ya Sûriyê 18 Rêbendan 2015 Gelî birayên Sûrî Silav li we li her cihekî û li jêr her stêrekê Silav li Sûriya.. bihemû mirov û navçe û jin û peya û pîr û zarokên xwe ve, Silav li şervanan di senger û çeperên rûmet û qehremaniyê de Silav li xelk û birayên me di navçeyên dorpêçkirî de…yên êş û azaran dikişînin ji hovîtiya rêjîmê û baredoxên dijwar..û ji neçariya dost û hogiran. Silav li xelkên me yên xoragir li navçeyên şoreşê..yên li jêr dojeha bombebarana firok û bermîlên mirinê de dijîn, ji Der'a û Qoniyêtira heta bi Xota Şamê û gundewarên wê û heta bighêje Qelemon û Humis û Hema û Heleb û Idilibê, ku ji ne tiştekî jiyareke nû diafrînin, û zîrekiya mirovê Sûrî diyar dike, û şiyanên mirovê Sûrî li ser dahênanê û sûrbûna wî li ser serkeftinê dupat dike. Silav li xoragiran di wan navçeyên li jêr kontrola terora DAÎŞê de, ji Reqa û Dêrazorê yên ku baweriya wan bi azadî û rûmetê sist nebûye û çaverêyên serkeftinê ne. Silav li penaberan di kampên berxwidanê de, yên tehliya jiyanê dikişînin li bin siha dijwariya siruştê û bêkarîna kesûkaran û bêhêvîbûna bi...

Şermezarkirina Encamên Tîrorê Jêderên Wê Çareser Nake

Daxuyaniyek Rojnamegerî Hişam Merwe Cîgirê Serokê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî 17 Çileyê Paşîn 2015 Ji min re giring e, ku ez destpêkê bi awayekî zelal diyar bikim ku serokên cîhanê ê îroj bo şermezarkirina encamên tirorê civiyane, ji hemû demê bêtir ji wan tê xwestin sedemên rasteqîn yên tirorê çareser bikin û ji jêdera sereke xelas bibin ku ew jî rejîma Esed e a ku ne tenê li ser dirêjiya 4 salan kuştar derheqê millet de pêk anîn, lê belê tiror çêkir û komên tirorist xwedî kirin bo li şoreşê û doza wê bizîvire, û wê mîna tevgerke tirorist diyar bike. Rejîma Esed bi karanîna hesin û agir bo vemirandina şoreşê bi tenê qayil nebû, di heman dema ku taxan topebaran dike, dorpêçkirinek teng li gelek deverên ku bi sedê hezaran ji milletê Sûrî bi cih dikin pêk tîne, û nahêle alîkariyên hawarçûnê bighêjin wan, ew jî bo berdewamiya siyseta sizakirina giştî ji xelkên sivîl li deverên şoreş lê vêxistî ye. Birçîkirin û û dorpêçkirina li kampa Yermûk, Xûta Şamê, taxa We`ir, û deverên dî yên dorpêçkirî, tawanên Cengî, û qirkirineke giştî û hêdî ye dijî sivîlên wan deveran. Berdewamiya dorpêçkirina sivîlan û birçîkirina wan karekî...

Hevbendî Spasiya Dewletên Bi Gaziya Banga Hawarçûnê ve Hatin Dike

Daxuyaniyek Rojnamegerî Salim Elmislit  Berdevkê Fermî yê Hevbendiya Niştimanî Bo Hêzên Şoreş û Hevrikiya Sûrî  10 Çileya Paşîn 2015an  Bi navê Hevbendiya Niştimanî germtirîn spasî bo hemû dewletên bira û heval, û di serî de Komara Tirkî, Erebistana Siûdî, Qeter, Dewleta Mîrneşînên Erebî yên Hevgirtî, dewleta Kiwêt, û Emirîka, pêşkêş dikim, ku di gaziya banga hawarçûnê ve hatin, banga berî du rojan serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî Ehmed Tu`ima û Seroka Yekîneya Hevrêziya Piştgiriyê Suhêr Eletasî dabûn bo bihawarhatina Milletê Sûrî ve û alîkariya wî di rûbirûbûna pêla serma dijwar ku dever daye ber xwe. Dibînim pir giring e ku ez di bîr bînim ku zehmetkêşiya koçberên hindirê Sûrî û penaberên li dewletên cîran di bin siya kêmbûna gelek keresteyên sereke û pêwist bo rûbirûbûna rewşên seqayî yên dijwar berdewam e, mîna çandir, alavên germkirinê, sotemenî, û cilûberg. Di rojên bûrî de û li gor Toreya Sûrî Ya Mafê Mirovan mirina 11 kesan ji wan 7 zarok ji ber serma dijwar hate belgekirin, ev yek mezinbûna karesatê diyar dike, bêguman beşdariya dewletên cîhanê yên mayî dixwaze bo bihawarhatina milletê Sûrî ve, ji ber Sûrî wek Serokê Hikûmeta Sûrî ya Demkî ragihand dewletek " Bobelatlêbûyî" ye. Spasiya xwe ji dewletên ku...

Em Daxwazê Ji Yekîtiya Ewropî Dikin Bo Xistina Esed Di Serê Lîsteya Terorê De

Daxuyaniyek Rojnamevanî Salim Elmislit Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimaniya Hêzên Şoreşê Û Rikaberiya Sûriyê 9 rêbendan 2015 Îro hatiye xuyakirin ku hevdengiyek navdewletî heye, ku Rêxistina DAÎŞê rêxistinek terrorist e û gefeke rasteqîne ye li ser ewlehiya Cîhanê bi tevahî, û emjî vî tiştî tekez û piştgir dikin , lê li hember vê yekê pêwîst e rola rêjîma Esed nehête piştguhxistin di çekirina DAÎŞ û rêxistinên din yên terorîst de bi hewla bikaranîna wan bo pêkanîna armancên xwe yên siyasî û berdewamî di sepandina hikumê xwe yê diktatorî li ser gelan. Her wekî di pêşiyê de me helwêsta xwe diyar kiriye, bi şermezarkirina hemû kiryarên teroristî û armanckirina sivîlan li her derê, herwiha carek din em her karekî teroristî şermezar dikin û her hewildana bo bêdengkirina serhildêran yan sepandina nêrînên siyasî û têkbirina azadiya gotin û nêrînê şermezar dikin, û em alîgirî û hevxemiya xwe ji xêzanên qurbaniyan re dupat dikin. Hêjaye ku dîrok û serbora rêjîma Esed di serperiştî û sazkirina şanik û rêxistinên terorî de bi her awayekî berdest, hatiye selmandin û dîkomînt kirin bi rêya torên mafnasî yên cîhanê û serborek hetikiye di dadgehên navdewletî de, ku terora rêjîmê li ser astê navxoyî tête piyadekirin li dijî...

Hevbendî Destdirêjiya Îsraîl Şermezar Dike Û Esed Pê Berpirsiyar Dike

  Daxuyaniyeke Rojnamevanî Hadî Elbehra Serokê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreş Û Rikberiya Sûrî 28 Çileyê Pêşî 2014 Em destdirêjiya ku hêzên Îsraiylê doh piştî têperiya azmanê sûrî pêk aniye şermezar dikin, û ew wêraniya ku li Sûriyê bûye em rijêma Esed pê berpirsiyar dikin, tevlî şehîdbûna 200 hezar kesî di dema 4 salan de tenê ji bo mana desthilatê di destê wî de. Û di dema em ji gelê Sûrî dixwazin ku li dor piransîbên şoreşê û armancên Sûrî ji bo wan di azara 2011an de derketin bigihên hev, em bêkêriya civaka davdewletî li hember binpêkirinên rijêma Esed ku Îsraîla dagîrker û rêxistinên tîrorîst sûdê jê werdigirin ji bo pêkanîna armancên xwe yên taybet lê gelê sûrî yê sivîl nirxê wan datîne şermezar dikin,û em ji civaka navdewletî dixwazin ku berpirsiyariyên xwe yên yasayî û mirovahî hilgire û sînorekî ji tawanên Esed re dijî gelê Sûrî deyne, û em ji Hevbendiya Navdewletî dixwazin ku dest ji durûtiyê berde û bes çavên xwe ji tewanên rijêmê bigire, û divê dawî ji vê qunaxê ji dîroka sûrî re bê danîn, û rêçek ji bo hêvî û daxwazên gelê sûrî pêk werin vebe.   

Page 130 of 137 1 129 130 131 137

Nûçeyên Dawî