Em pêgiriya xwe bi çareseriya Siyasî ya rasteqîn û giştgîr nû dikin
Daxuyaniyeka Rojnamevanî Salim Elmislit Berdevkê Fermî Yê Hevbendiya Niştimanî Ya Hêzên Şoreşê Û Rikberiya Sûriyê 18 Sibata 2015 Em di Hevbendiya Niştimanî de tekeziyê dikin li ser giringiya çareseriya Siyasî ji bona pêkanîna daxwazên Şoreşa Sûriyê, bi mercê ku ev çareserî bo hemû navçeyan binyatgerî û giştgîr be û di heman demê de ev çareserî kosp û rêgir be li pêş tawanên Esed di derheqê Sivîlan de, herwiha em daxwazê ji Encûmena Asayîşa Navdewletî dikin bi derxistina biryarekê li jêr benda heftan bo neçarkrina rêjîmê bi pêgiriyeka rasteqîn û bo sepandina çareseriyek dadmend, û bi xwe ve gavên bilez bigire û têde parastina Sivîlan bête gerantîkirin bi şeweyekî guncayî digel yasa navdewletî. Hêjayî gotinê ye; ku li mawê çar salên bûrî de rêjîm rabûye bi şikandina hemû rêkeftin û agirbestên xwe digel şoreşgeran re di navçeyên cuda cuda de û bi amadebûna aliyên navdewletî û ji wan ya li vê dawiyê li Taxa Elwe'hr li bajarê Himusê, dema ku rêjîma Esed teqe li otombêlên komîteya Xaça Sora Navdewletî bi narincokên hawinan kir di dema ku bi erkê hawarhatina Sivîlan dirabûn. Di dema ku şanderê navdewletî bo Sûriya Stîvan Dî Mîstora, razîbûna rêjîma Esed ragihand û li pêş Encûmena Ewlekariyê li...