Daxwiyanî

Daxwiyaniyeke Sersaxiyê Derbarê Koçkirina Ramangîrê Îslamî yê Mezin Cewdet Seîd

Daxwiyaniyeke Sersaxiyê Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî, koçadawîkirina ramangîrê îslamî yê mezin Cewdet Seîd, yê ku sibeha îro yekşemê, di tememê not û yek salî de canê xwe jidest da radigihîne. Rehmetî tevaya temenê xwe di warê zanist û raman û daxwaza aştiyê û dijatiya tundiyê de qedand. Şêxê koçkirî gernas bû, ji zordariya rijêmê neditirsiya, herdem bi awayekî eşkere rikberiya rijêmê dikir û rexne lê dikirn, û temenê xwe bo doza aştiya ku nedît derbas kir. Di pêşî de Îsraîla dagîrker ew ji bajarokê wî Birêqa yê li Colanê koçber kir, û di pey re rijêma Esed ew ji Sûriyê tevî koçber kir, li ser helwestên wî yên wêrek ên dijberiya zordarî û stemkariyê û dijî kiryarên teroristî yên ku rijêmê ji destpêka şoreşa Sûriyê di sala 2011an de gur kirine. Mamoste Cewdet Seîd yek ji sembolên ramana îslamî ya vê serdemê ye, û pêmayeke ramanî û razberî yê nemir ji mirovatiyê re li pey xwe hişt, dê roniya wê bi dirêjiya serdeman geş bimîne, û riya kurê adam ê yekemîn dibîr bîne. Şêxê koça dawiyê kiriye, bi terxankirina jiyana xwe ji olê re û rastgoya zimanê xwe û gernasî û wêrekiya derbirîna Ramanan naskirî bû....

Page 29 of 137 1 28 29 30 137

Nûçeyên Dawî