Daxwiyanî

Pêşwazîkirina Tawanbarê Cengê Beşar Esed li Îmarata Erebî Sivikatî bi Xwîna Milyonek Pakrewan e

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, dibîne ku pêşwaziya tawanbarê cengê Beşar Esed ji hêla Îmarata Erebî ya Yekbûyî ve bûyereke nû û metirsîdar e, û derketina derveyî biryarên Komkara Erebî ye, û binpêkirin e ji sizayên navdewletî re, û weke xelatekê ye bo Esed li ser tawanên wî, û sivikatî bi xwîna milyonek pakrewanê Sûrî ye. Serdana tawanbarê cengê Beşar îro di dema salvegera vêketina şoreşa Sûriyê û bîranîna yekemîn pakrewanê ku ji hêla rijêma Esed ve hatiye kuştin tê, û bêtir bêhurmetbûnê ji vîna gelê Sûriyê û qurbaniyên wî yên biha re yên bi dirêjiya 11 salên bûrî di cenga li gel rijêma tawanbar û sponserên wê diyar dike, em ne bendewar bûn ku çi dewleteke bira vî tawanbarî hembêz bike, an bixwaze wî bi ser bixîne. Ji Îmarata Erebî ya Yekbûyî tê xwestin ku helwestên xwe serrast bike, û pabendiyê bi helwestên erebî û navdewletî yên dûrkirina rijêma tawanbar bike, û têkliyan pêre normal neke, û wê ji nû de nede pêş. Pêşwaziya tawanbar Beşar şaşiyeke mezin e divê jê haydar bin, û em tînin bîra wan ku pejrandina rijêma Esed tê wateya pejrandina tawanên wî, ji ber ku wî nîvê gelê Sûriyê koçber kir, û welat...

Page 28 of 137 1 27 28 29 137

Nûçeyên Dawî