Şermezarkirina Tawanên Rûsiya Erkekî Sincî ye û Rawestandina Tawanên wê Erkekî Yasayî ye
Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, gurkirina tawankarî ya dagîrkerê Rûsî li ser bakurê Sûriyê şermezar dike, di dema ku tawanên Rûsiya mezintir dibin, û diyar dike ku kuştin û koçberkirin zimanê danûstandinê yê bi tenê ye li bal Rûsiya, û di riya wê re siyaseta teror û zordariyê li deverê bikar tîne. Û Rûsiya di riya bombeberan û binpêkirinên xwe yên berdewam li ser bakurê rizgarkirî re, gefê dide jiyana derdora 5 milyon sivîlî, nîvê wan ji kesên ku bi kotekî hatine koçberkirin in, û Rûsiya kar li ser afrandina tirajîdiyeke mirovahî ya mezin dike, bi ser derdeseriyên jiyanê yên dijwar ên ku sivîl tê de dijîn, li kêlek bêtara korona, û rewşa zivistanê ya dijwar, û heye ku bibe sedema derketina pêlin nû ji penaberan. Û balefirên cengê yên Rûsiya, gundewarên Heleb û Idlib û Hemayê bombebaran kirin, û di bombebaranê de bêhtirên avahiyên jîndarî û xizmetkariyê armanc kirin, û avahiyên ku alîkariya sivîlan dikin daku li ser xaka xwe bimînin, û bi awayekî rêbazkirî xanên mirîşkan armanc kirin, ew jî derdeseriyên sivîlan zêde dike, û nahêle ku di rewşa aborî ya xirab de aramiyê bibhînin, û gefê dide ser ewlehiya xwirdemeniyê, her weha bombebaran gihişte westgeha ava...