Derbarê Projeya Amerîkî ya Rûbirûbûna Madeyên Hişbir ên Rijêma Esed
Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî xweşhaliya xwe bi yasaya rûbirûbûna bazirganiya Esed bi Kaptagonê ya ku ji aliyê Kongirêsa Amerîkî ve hatiye pesendkirin ji bo rawestandina berhemanîn û bazirganiya keresteyên hişbir û jihevxistina torên ku ji aliyê rijêma Esed ve li deverên di bin kontrola wê de birêve dibe anî ziman, û bi erênî li vê pêngava ji aliyê Amerîkayê ve û bandora wê li ser rijêma Esed dinêre.