Daxwiyanî

Derbarê Roja Navnetewî ya Zarokên Bêguneh ên bûne qurbanên dijminkarîyê

Bi boneya " Roja Navnetewî ya Zarokên Bêguneh ên bûne qurbanên dijminkarîyê", Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku ji mafê zarokên Sûrîyê û hemû zarokên cîhanê ye ku di ewlehî û aramiyê de bijîn, ji ber ku hejmara zarokên Sûrî yên bûne qurbanî gihiştiye bi dehên hezaran di encama êrîşên ku rêjîma Esed di heyama sêzdeh salan de pêk anîne û tê de zarokên sûrî ji encama kuştin, girtin, koçberkirin û dorpêçkirinê derdê gelek êş û azaran kişandine, ji bilî bêparbûna wan ji mafê herî bingehîn yê jiyan, perwerde, tenduristî, xwarin û niştecîbûnê.

Der barê “hilbijartinên” şaredariyên rojhilatê Firatê

Hevbendiya Niştimanî Sûrî, nerewabûn û metirsîdabûna rêkar, biryar û yasayên ku li pey hev ji aliyê saziya bi navê Rêveberiya Xweser, ya girêdayî dezgeha ku navê Hêzên Sûriya Demokrat li xwe dike û hêzên ewlekarî yên Partiya Yekîtiya Demokrat PYD, ya di rastiya xwe de girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê PKK ye, ku wek rêxistineke terrorist tê dîtin li gor lîsteyên Amerîkayê, Brîtanya, Yekîtiya Ewropa, Tirkiye, Awustralya, Kanada û hejmarek ji dewletên Ereban, pişt rast dike. Nemaze ew rêkara ku navê "Yasaya Dabeşkirina Rêveberî" li bakur-rojhilatê Sûriyê, ya dibêje ku ew bi ser "Girêbesta Civakî" ve ye, û piştî wê jî ragihandina lidarstina "hilbijartinên şaredariyan" di 11/06/2024  de, wek hewildanekê ji bo rewakirin û çesipandina wan dabeşkirinên rêveberî û şaredarî yên nû û rêkara ku navê Peymana Civakî lê dike. Hevbendiya Niştimanî tekezîyê li ser giringiya pabendbûna civaka navdewletî bi serxwebûn û yekîtiya Sûriyê bi xak û gelê ve û serweriya wê li ser tevaya cografya wê dike.

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî şîna dîroknas û lêkolîner “Fayîz Qusra” dike

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî bi xemgîniyeke mezin şîna dîrokzan û lêkolînerê Sûrî Fayîz Qusra radigihîne, ew zanayê ku piştî liberxwedana bi nexweşiyê re li bajarê Idlibê di 24.05.2024 di temenê 79 saliyê de koça dawî kir, piştî xebata bi dehên salan di warê belgekirina şûnwarên arkeolojîk ên bajarê Idlibê û lêkolîna dîroka wê de ku jê re digotin "Dîroknasê Idlibê".

Derbarê paşguhkirina bangên hewarçûnê yên kampa Rukban a dorpêçkirî

Hevbendiya niştimanî ya Sûrî, paşguhkirina Netewên Yekbûyî û civaka navdewletî ji bangên hewarçûnê yên awareyên kampa Rukban re, a li ser sînorê Sûriyê û Urdinê, şermezar dike, nemaze ku rêjîma Esed dorpêçeke tund li ser kampê ferz dike, û rewşa peydabûna xwarin, av, derman û kelûpelên tenduristiyê kambax e, û jiyana mirovî ya nêzîkî heşt hezar awareyan li wir xirab e.

Derbarê berdewamiya binpêkirinên hikûmeta Libnanê li dijî Sûriyan

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, hikûmeta Libnanî berpirsyar dibîne di ber jiyana her penaberekî Sûrî yê ku ji Libnanê hatiye dersînorkirin de, ji ber ku ew li ser helwesta xwe ya derkirina penaberan ma tevî zelalkirina metirsiyên şandina wan bo navçeyên di bin kontirola rêjîma Esed de, û tevî ku gelek caran hatiye tekezkirin ku rêjîma Esed bi awayekî hovane serederiyê bi penaberên vegeryayî re dike bi riya windakirin, tepeserkirin û kuştinê û ew şêwaz neguhertiye. Herweha Hevbendiya Niştimanî nebûna xebateke kartêker ji aliyê Netewên Yekbûyî û dewletên xwedan bandor li deverê ve, yên ku erkê wan e penaberên sûrî ji dersînorkirin û binpêkirinên ku her car dubere dibin biparêzin, şermezar kir.

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî koça dawî ya têkoşerê mezin Îsam El-Etar radigihîne

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, sersaxiyê bi koça-dawîkirina nivîskar û çalakvanê mezin Îsam El-Etar, yê ku îro li bajarê Aachen ê Almanî di temenê 97 saliyê de koça dawî kir pêşkêş dike. El-Etar zêdetirî nîvê jiyana xwe li sirgûniyê derbas kir ji ber şerê wî yê li dijî stemkariyê û dijberiya wî ji rêjîma Esed re û têkoşîna wî ya demdirêj ji bo azadiya Sûriyê.

Bi boneya “Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê”

Bi boneya "Roja Cîhanî ya Azadiya Rojnamegeriyê", Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî rola çapemeniya azad a bi destpêka şoreşa azadî û rûmetê li Sûriyê ji sala 2011an ve derketiye holê, û rastîya daxwaz û hêviyên Sûriyan bi dilsozî û wêrekî vediguhêze, û binpêkirin û tawanên cengê yên ku rêjîma stemkar li dijî sivîlên bêguneh û çalakvanên aştîxwaz ji rojên yekem ên şoreşê de pêk anîne eşkere kirin bilind dinirxîne.

Daxuyaniya dumahî ya civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî di gera xwe ya 71. de

Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, di 28’ê nîsanê de li gundewarê Helebê, rûniştinên 71mîn gera xwe di bin navê rehma Xwedê lê "Lîwa Mihemed Feres"de lidar xistin, wek rêzgirtin ji kar û helwestên wî yên niştimanperwerî re. Civîn bi deqeyek rêzgirtin û xwendina Fatîhê li ser giyanê pakê Farisê rehmetî û şehîdan dest pê kir. Paşre serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyeke siyasî pêşkêş kir, her weha raporên li ser karê civînan, tevlî raportên serokatiyê, nûneran, desteya giştî, girûpên kar, ofîs û nûneratiyên Hevbendiyê hatin gengeşekirin.

Maratona Aşitî û Biharê…Pencereke paşeroja Sûriyê ye

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî pîrozbahiyê dide hersê serkeftiyên pileyên sereke yekem, duyem û sêyem di "Maratona Aştî û Biharê" de, ya ku ji aliyê Hevbendiya Niştimanî ve li bajarê Efrînê li gundewarê Helebê (27.04.2024) hat lidarxistin, her weha spasiya tevaya kesên di Maratonê de beşdar bûn dike, çi ew kesên xwebexş bin an komîte û sponserên beşdarî di pêkanîna vê çalakiya balkêş a ku li deverên rizgarkirî hat lidarxistin de, ku ev çalakî bû mîna nameyekê ji tevaya cihanê re derbarê ku gelê Sûriyê bendewarên aştî û azadî û jiyanê ye.

Page 5 of 137 1 4 5 6 137

Nûçeyên Dawî