Daxwiyanî

Derbarê Şehîdbûna Çalakvan Emîn Îsa Elelî di bin Îşkenceyê de li Ser Destê Milîsên PYDe yên Terrorîst

Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tawana kuştina çalakvan Emîn Îsa Elelî endamê Partiya Dîmoqrat ya Kurdistanî-Sûriye şermezar dike, û tekez dike ku ev kiryar berdewamiyeke ji rêbaza tawanê re yaku milîsên PYD yên terrorîst bikar tînin e, û ev kiryar ji siyaset û hişmendiya rijêmê wergirtine, tevî operasyonên kuştin û revandin û îşkencekirin û koçberkirinê. Hevbendiya Niştimanî sersaxiyê ji malbat û hevalên pakrewanê ku piştî rastî îşkenceyeke hovane hatiye di dema girtina wî di zîndanên wan milîsan de canê xwe ji dest daye re pêşkêş dike. Hevbendiya Niştimanî berpisyariya civaka navdewletî tekez dike, derbarê piştgirî û parastina ji milîsên ku bi rêxistina PKK ya rerrorîst ve girêdayî ne re pêşkêş dike, her weha tekeziyê li ser pêwîstiya jihevêxistina hemû destekên wê rêxistinê û rawestandina tawanên wê û serbestberdana tevaya sivîlên di girtîgehên wan milîsan de û birîna piştgiriya ku ji aliyên navdewletî ve werdigre dike. Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreş û Rikberiya Sûrî Ofisa Ragihandin û Peywendiyan 30 hezîran 2021

Page 36 of 137 1 35 36 37 137

Nûçeyên Dawî