Daxwiyanî

Daxuyaniya dawî ya civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî – xola  70yemîn

Daxuyaniya dawî ya civîna Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî – xola 70yemîn Daxuyaniya dumahiyê Desteya Giştî ya Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di 24ê sibatê de civîna xwe ya 70yemîn li gundewarê Helebê lidar xist. Civîn bi deqeyek rêzgirtinê û xwendina Fatiheyê ji bo giyanê şehîdên bêguneh li Sûriyê û Xezayê dest pê kir. Serokê Hevbendiya Niştimanî Hadî El-Behra şiroveyeke siyasî pêşkêş kir û kopyeyek ji raporên karê Serokatiyê û Cîgirên Serok û Emîndariya Giştî ji civatê re pêşkêş kir. Desteya Serokatiya Hevbendiyê tekez kir ku hewlên berê yên hêzên şoreşê û opozisyonê bûne alîkar ku dosya Sûriyê di civînên herêmî û navdewletî de zindî bimîne, û hewlên niha dê xizmeta armanca zêdekirina têkeliyên navdewletî bi rewşa Sûriyê re bikin, ji bo bidestxistina pêşketinan di pêvajoya siyasî de ber bi veguheztina siyasî ya berfireh li welat li gorî biryarên navdewletî. Desteya giştî ya Hevbendiyê tekezî li ser pêwîstiya pêkanîna dadweriyê li Sûriyê û sizadana berpirsên tawanên li dijî mirovatiyê û tawanên cengê kir, û cextî li ser wê yekê kir ku ne pêkan e çareseriyeke siyasî ya berfireh li gorî biryarên Encûmena Ewlekariyê jimare 2118 (2013) û 2254 (2015) pêk were bêyî dadweriya domdar cîbicî bibe . Her wiha tekezî li...

Derbarê proje-yasaya Amerîkî ya li dijî asayîkirina têkiliyan bi rêjîma Esed re

Pejirandina projeyasaya Kongresa Amerîkayê ya “Dijatiya Asayîkirina Têkiliyan bi Rêjîma Esed re”, H.R. 3202 (2024), gaveke girîng e di çarçeweya standina helwesteke tund de dijî asayîkirina têkiliyan bi rejîma Esed re, ya ku hovanetirîn tawanên şer dijî gelê Sûriyê pêk tîne, û ew yasa dibe handanek ji bo aktîvkirina proseya siyasî û cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê.

Yekemîn salvegera erdheja wêranker a Sûriye û Tirkiyê

Îro yekemîn salvegera erdheja wêranker e ku li herêmên bakurê Sûriyê û başûrê Tirkiyê xistibû û ziyanên mirovî û wêraniyên mezin li pey xwe hiştine, ji ber ku bandorên wê hîn li bakurê Sûriyê diyar in ji encama bersivdana navdewletî ya lawaz hember vê bobelata mirovî ya mezin, û hiştin ku gelê Sûriyê rûbirûyî vê belayê bi şiyanên xwe yên kêm ên ne li gor tiştê tê xwestin bimîne.

Berdewamiya Bombebarankirin û Wêrankirina Avahiyên Hînkirinê Tawaneke Cengê ya Rêbazkirî ye Rijêma Esed Pêk Tîne

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî di roja navdewletî ya hînkirinê de, cext dike ku mezintirîn astengiyên piroseya perwerdekirinê berê û hîn jî berdewamkirina bombebaran û wêrankirina avahiyên perwerdeyê ye, ji aliyê çeteyên Esed û piştgirên wê ve, û bûye sedema ku zarok û ciwanên Sûrî ji mafê xwe yê perwerdebûna di jîngeheke ewle de bêpar bimînin, ji ber ku binpêkirinên wan ên dubare ziyan gihandine 40% ji dibistanan li Sûriyê bi

Derbarê Berdewamiya Têkbirina Ewlehî û Aramiyê Ji Hêla Milîsên Îranê ve

Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî tekez dike ku gurkirina vê dawiyê ji aliyê milîsên Îranê ve li Sûriyê, bi armanckirina deverên li bakurê Sûriyê, di nav de gundewarê Idlibê yê bakur, rêbaza Îranê ya têkbirina ewlehî û aramiyê li Sûriyê û deverê bi giştî diçespîne, û tekez dike ku deverên di bin kontirola rijêmê de xakeke guncav e ji milîsên xwedî girêdanên terroristî re, yên ku di rêya wan re binpêkirin û çalakiyên teroristî cîbicî dibin, û piroseya siyasî li Sûriyê têk dibin, û bi awayekî rasterast jiyana sivîlan dixin bin gefê, û derdeseriyên gelê Sûriyê li tevaya Sûriyê zêde dikin.

Derbarê Derbasbûna Heft Salan di Ser Tawana Koçberkirina Kotekî ya Xelkê Helebê re

Derbarê Derbasbûna Heft Salan di Ser Tawana Koçberkirina Kotekî ya Xelkê Helebê re Daxwiyaniyeke Rojnamevanî Îro heftemîn salvegera tawana koçberkirina kotekî ye, ya ku rijêma Esed û piştgirên xwe dermafê xelkê bajarê Helebê li gel bêdengiya navdewletî hember kuştin û bombebarankirina hovane ya berî tawanên koçberkirina kotekî pêk anîne, û guhnedana yasaya mirovahî ya navdewletî û urfên cîhanî yên ku bi zelalî wî sûcî wek tawana cengê binav dikin. Hevbendiya Niştimanî ya Sûrî, tekez dike ku sistbûna navdewletî û bêdengiya cihê gumanê hember tawanên cengê, di nav de koçberkirina kotekî ya ku dijî gelê Sûriyê hatiye kirin, ya li bajarê Qiseyrê li Humsê dest pê kir û piraniya parêzgehên Sûriyê, yên ku rastî heman tawanên cengê hatine domand, çireyeke kesk da rijêma Esed û piştgirên wê ji bo di rêbaza leşkerî ya hovane di danûstandina bi Sûriyan re û pêkanîna hîn bêhtir tawanên cengêr û binpêkirinan berdewam bikin. Hevbendiya Niştimanî cext dike ku derbasbûna van salan di ser tawanên cengê re, bêyî ku dadpirsîn û lêpirsîna wan bête kirin, baweriya Sûriyan bi şiyana civaka navdewletî bo pêkanîna dadweriyê li Sûriyê lawaz dike. Em di riya Netewên Yekbûyî û Encûmena Ewlekariyê ya ser bi wê ve re ji civaka navdewletî dixwazin...

Page 8 of 137 1 7 8 9 137

Nûçeyên Dawî